Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navendeke pişesaziya berevaniya esmanî ya Tirkiyê kevte ber êrîşa kesên nenaskirî

11:46 - 24 Çirriya pêşîn 2024

Kompaniya pêşesaziya esmanî ya Tirkiyê, “TUSAŞ” ku zêdetir ji 10 hezsar karmend hene, kevte ber êrîşa çend kesên nenaskirî û pêka dawî amaran 5 kes hatine kuştin û 2 êrîşber jî li vê êrîşê de hatine kuştin.

Roja Çarşemî 2yê Xezelwerê, li êrîşekê xweteqîn li ber deriyê kompaniya “ TUSAŞ” a pişezaiya esmaniya Tirkiyê li derdora Enqerê, çend êrîşkerên çekdar ên nenaskirî, çone nav vê kopmpaniyê û dengê gulleyan heta çend demjimêran li nav vê kompaniya Tirkiyê de hatiye bihîştin, û teqînekî jî hat kirin.

Pêka dawî amarên belavbûyî 5 kes ji kesên li vê kompaniyê hatine kuştin û 14 kes jî birîndar bûne û herwisa 2 êrîşber jî hatine kuştin, ku yêk ji wan êrîşberan Jin û yêk jî Zelam bûye.

Tirkiye ev êrîşê bi êrîşeke terorîstî binav kiriye lê heta niha ti kes, alî an girûpekê, ew êrîşe li snekêşaye tuyê xwe.

Herwisa li raporan de hatiye ku li destpêkê de êrîşberekî bi xweteqandinê û çend êrîşberên din ku yek ji wan jin bûye û çek û kolepiştî hebûne çone nav kompaniyê û şer li nav vê kompaniyê de dest pê kiriye.

Heta niha armanca vê êrîşê nehatiye zanîn û ti zanyariyek jî li derheq nasnameya êrîşberan û kesên ku li vê êrîşê de hatine kuştin, belav nebûye.