Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yûav Galant: “piştî êrîşkirin bo ser rêjîma Îranê, dê cîhan bizane ku me çi şiyanek heye”

11:49 - 24 Çirriya pêşîn 2024

Wezêrê Berevaniya Îsraîl li axaftinên xwe de rû bi pîlotên balafirên şerker ên Îsraîlê gotiye ku piştî êrîşa ve bo ser rêjîma Îranê, dê hêz û şiyana Îsraîl bê dîtin.

Roja Çarşemî 2ê Xezelwerê, Wezîrê Beravanî yê Îsraîl, Yûav Galant li serdana binkeya esmaniya “Hatzirîm” a Hêza Esmaniya Îsraîl, rû bi pîlotên balafirên şerker ên Îsraîlê got: “piştî êrîşkirina we bo ser rêjîma Îranê, dê hemû vê yekê bizanin ku we li qonaxên amadekarî û perwerdeyê de çi kiriye û şiyana Îsraîlê dê bo cîhanê şekere bibe û dujminên me dê derseke mezin ji vê êrîşê verbigrin”.

Pêka gotina karnasên siyasî, ew axaftina Yûav Galant nîşaneneya vê yekê ye ku derbên giran dê bi rêjîma Îranê bidin, ew yeka li halekê de ye ku Amerîka û hejmarek ji welatên Rojavayî daxwaz ji Îsraîlê kirine ku bersivdan bi êrîşa mûşekiya rêjîma Îranê divê li astekê de be ku rêjîma Îrane bersivê nede.

Wezîrê Berevanî yê Îsraîl li vê derheqê de gotiye: “her kesekî ku salek berî niha xevna şiksta me didît û hewla derbelêdan bi me dida, nirxên gelek giran dane û êdî wan xevnan nabînin”.