Amerîkayê torên pêywendîdar bi dabînkirina cebilxaneya Hûsiyên Yemenê li Îran û Çînê de li lîstê dorpêçan zêde kirin ku kesek û çend kompanî, navend û gemiyên dabînkirina cebilxaneya Hûsiyan li xwe digre.
Pêka daxiyaniya Ofîsa Kontrol a Darayiy Derve ya Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, li roja Çarşemî 11ê Rezberê, kesek bi navê “Hesen Ehmed El-Kahinî” û 3 şirketên li Îranê û Çînê û navendek û 2 gemî li pêywendî digel dabînkirina cebilxane bo Hûsiyan, lîstê dorpêçên Amerîkayê bo ser Hûsiyan, zêde kirin.
“Biradlî Smît” Cihgirê Demkî yê Wezareta Xezînedariya Amerîkayê li karûbarê rawestan li hember terorîzm û zanyariyên Malî, tevî tekezkirin li ser pêbendiya wezareta Xezînedariya Amerîka bi sekinandina kiryarên alozker ên Hûsiyên Yemenê ragihand: “Hûsiyên Yemenê bi piştevanîkirina torek ji şirket û kesan, êrîşên bê berewirdên xwe bo ser gemiyên medenî, karmendên li wan gemiyan û kesên din ên medenî, berdewam dikin.
Rêjîma Îranê bi şandina alîkariya malî, cebilxane û zanyariyên nûjenkirî yên hatinûçona gemiyan, alîkariya Hûsiyên Yemenê li êrîşkirin bo ser gemiyan, li deryaya Sor, Babûlmendeb û deryaya Hindê de dide.