Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa diravê Îranê dişkê û jiyana xelkê dijvartir dibe

11:54 - 24 Çirriya pêşîn 2024

Bi germbûna basê egera êrîşa Îsraîl bo ser rêjîma Îranê û siyaseta şerxwaziya rêjîma Axundî, nirxa diravê Îranê dem bo demê li hember diravê bîhanî de dişkê.

Nirxa yêk Dolarê Amerîka li hember Tûmenê Îranî de geheşte zêdetir ji 69 Hezar Tûmenî.

Digel bênirxbûna Tûmen, nirxa Zêr jî gelek bilin bûye ku Sikeyekî Zêr geheşte 56 Milyon Tûmenî.

Vê pêkê nirxa hemî hewcehiyên rojaneye xelkê çend qat zêdetir bûye û li hember dejî dahata kesê têra jiyana wan nake û piraniya xelkê Îranê li jêr hêla hejariyê de dijîn.

Di vê navberê de mafiya ya sipaha pastaran a tirorîst û kesên girêdayî bi rêjîmê, hemî bazara welat girtine dest xwe û li hember bilind kirina nirxan û daketina bihayê Tûmen, keyfxweşin ku dikarin li vê derfetê de xwîn û heyî neyîya xelkê bimijin.

Basê egera êrîşa Îsraîl bandorekî rasterast danaye ser rewşa hundirê Îranê.