Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 3 kombûnên nerizayetî li Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon

11:57 - 24 Çirriya pêşîn 2024

Roja Çarşemiyê, hejmarek ji xwendekaran, karmend û kedkarên pîşeyî li çend cihên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de kombûna nerizayteî lidar xistin û daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe kirin.

Pêka rapora “HRANA”yê roja Çarşemî 2ê Xezelwerê, hejmarek ji xwendekarên Zanîngeha Azad li bajarê Îsfehanê de li derheq zêdebûna dirafê “şehriye” li beşa zanînstên pizîşkî yên vê zanîngehê, kombûna nerizayetî lidar xistin û ragihandine ku “şehriye” ji 30 milyon Tumenî bo 90 milyon Tumenî hatiye zêdekirin, heta niha berpirsên zanîngehê ti bersivek nedane xwendekaran.

Herwisa li Rojhilatê Kurdistanê li parêzgeha Îlamê de jî li 1ê Xezelwerê, hejmarek ji kedkarên şirketa Neft û Gazê yên li yekeye Çişmexoş a li parêzgeha Îlamê, li cihê karkirina xwe de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza hilveşandina biryra kêmkirina heqdest, zêdekirina heqdesta kesdkaran ên li deverên karkirinê, parastina serbexweyî û tevavetiya Sendûqa Neftê, vegerandina baca ku bi zêdeyî ji kedkaran standine û birêveçona tevav a madeya 10 a yasaya neftê kirin.

Herwisa kedkarên pîşeyî yên şirketa Sîman a “Durûd”ê li derheq pêrenegihîştina berpirsan bi daxwaziyên wan, kombûna nerizayetiyuê lidar xistin û daxwaza derxistina birêveberê şirketê bi sedema binpêkirina mafê kedkaran kirin.