Îsraîl li halekê de ku xwe bo derbeke giran bi rêjîma Îranê amade dikir, balafirên F16 ên Amerîka ji alman gihîştine Rojhilata Navîn û rêjîma Îranê tevî hemû hewlên xwe bo bersivnedana Îsraîl, îdia dike ku her êrîşekê bo ser xwe dê bi dijwartir, bersiv bide.
Şeva derbasbûyî Îsraîl êrîş kire ser çendîn xalên pêşda destnîşankirî di nava Îranê de, rêjîma Îranê ji tirsê serhildana xelkê li egera êrîşeke berfirehtir bo ser desthilata rêjîmê, li rewşa amadebaşiyê de ye û gotiye ku dê her êrîşekê bi dijwartir bersivê bide, ew yek li halekê de ye ku rêjîma Îranê çend heftiye li Rojhilata Navîn de bi rêya berpirsên welatan bo razîkirina Îsraîl bo bersivnedan bi êrîşa mûşekiya rêjîma Îranê li vê dawiyê, hemû hewlê xwe dide, lê di encamê de hemî cehdên vê pûç derketin û Îsraîl êrîş kir.
Rêjîma Îranê li dawî gefxwarinê xwe de îdia kiriye ku her binkeyeke Amerîka bo piştevanî li êrîşa Îsraîl bo ser rêjîma Îranê bê bikaranîn dê bibe armanc!