Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li lîstê reş ê FATFê de ma

11:33 - 26 Çirriya pêşîn 2024

Rêjîma Îranê bi sedema veguhastin û sipîkirina diraf û dabînkirina malî bo terorîzmê û piştevanîkirin û dabînkirina malî bo berfirehtirkirina çekên komkuj li lîstê reş ê FATFê de ma.

Roja Înê 4ê Xezelwerê, seroka “FATF”ê “Elîsa Dî Andra Mêdrazo”, ragihand ku rêjîma Îranê bi sedema ticareta neyasayî û sipîkirina diraf, dabînkirina malî bo terorîzmê û piştevanîkirin û dabînkirina malî bo berfirehtirkirina çekên komkuj, li lîstê reş  ê “FATF”ê de ma û herwisa Koreya bakûr û Miyanmar jî li lîsteyê reş de mane.

Rêjîma Îranê piştevaniya malî û cebilxane li Hemas, Hûsî, Hizbullah û milîsên ser bi vê rêîjîmê dike û herwisa diron û mûşekên hewce bo Rûsiyê li şer digel Ukraynê, dabîn dike.

Herwisa seroka “FATF”ê tevî îşarekirin bi xweparastina rêjîma Îranê li erêkirina biryarên Konvansiyona Saziya Netewên Yekgirtî li dijî tawanên rêkxistinkirî yê navnetewî anku Konvansiyona “Palêrmo”yê, û konvansiyona rawestan li hember dabînkirina malî ya terorîzmê, daxwaz ji welatên endam ên wan konvansiyonan kir ku karên hewce yên bi bandor li dijî rêjîma Îslamiya Îranê bikin.