Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd bi teqeya rasterast a hêzên çekdare rêjîma Îranê hate kuştin

11:34 - 26 Çirriya pêşîn 2024

Kolberekî Kurd xelkê bajarê Mihabadê yê binavê Îbrahîm Ehmednijad li dema kolberiyê li bilindahiyên sînorê bajarê Serdeştê bi teqeya rastewxwe a hêzên komara îslamiya Îranê hate kuştin.

Sipêdeha roja Înê 4ê Xezelwera 1403an a Rojî, hêzên henga sînorî a rejîmê Îranê teqe li hejmarek ji kolberan kirine û di encam de kolberek yê bi navê Îbrahîm Ehmednijad kurê Hesen xelkê bajarê Mihabadê destbicî canê xwe ji dest daye.

Li gorî çavkaniyan, ew kober bi bê agehdarkirina berê û bi çeka kelanşîkof zikê wî bûye armanca guleyên wan hêzan.

Termê Îbrahîm Ehmednijad bo pizîşkiya yasayî a bajarê Serdeştê hatiye veguhastin û piştî dawîhatina pêvajoya yasayî, bo bajarê Mihabadê hatiye veguhastin.

Îbrahîm Ehmednijad bi mebesta dabînkirina bijîva jiyana xwe li ser sînorê Serdeştê mijûlê karê kolberiyê bûye.