Roja Înê 4ê Xezelwerê, li taxa “Têhranpars” li navenda bajarê Têhranê de bi sedemeke nexuya, li bînayeke wezareta berevanî ya rêjîma Îranê de teqîn û agirpêketineke mezin qewimî û piştî vê teqînê, şeqamên derdora wê bînayê bi taybet şeqama “Reşîd” û şeqama 154 a taxa Têhranparsê bi tevavî , ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatine milîtarîzekirin.
Pêka gotina hinek çavkaniyan ew bînayeke ewlehî ya rêjîma Îranê bûye û hinek çavkaniyan jî dane zanîn ku ew bîna ya spaha pasdaran a terorîst e.
Rêjîma Îranê îdia dike ku ew agirpêketin li alavên hewzên Avê û bermîlên kolora hişk ketiye û bi vê sedemê kesek jehrî bûye ku bo navenda pizîşkî hatiye veguhastin û ew agir jî hatiye temirandin lê ti îşareyek bi teqîn û sedema agirpêketinê nekiriye.
Heta niha ne rîjîma Îranê û ne ti aliyekê bi serastî sedema vê teqîna mezin û agirpêketin bi vê bînayê ,eşkere nekiriye lê rêjîma Îranê bi berdewamî hewlê dide ku teqîn û agirpêketin li cihên ewlehî û leşkerî, wek bûyerên asayî bide xuya.