Piştî derbasbûna 10 rojan ji binçavkirina “Nesrîn Şakeremî”, dayîka Nîka Şakeremî a şehîda şoreşa “Jin Jiyan Azadî”, hêj qedera vê li girtîgeha rêjîmê de bi nerohnî maye.
“Ayda Şakeremî” ya xwîşka şehîd “Nîka Şakeremî” bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de ragihand ku piştî derbasbûa çendîn rojan, hêj rewşa dayîka wan li girtîgeha rêjîma Îranê de bi nerohnî maye û ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser vê li ber dest nîne.
Nesrîn Şakeremî, li 25ê Rezbera îsal li bajarê Xuremabadê de ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin û pêka gotina parêzerê wê, ew li girtîgeha rêjîmê li bajarê Xuremabadê de ye û carekê hevdîtin digel kiriye lê li derheq sedema binçavkirin û herwisa tohmetên sepandî bi ser vê dayîka şehîd de ti zanyariyek belav nekiriye.
Nesrîn Şakeremî bi caran rêjîma Îranê bi bikujê keça xwe binav kiriye û bi berdewamî li jêr givaşa dezgehên ewlehî yên rêjîma Îranê de bûye û rêjîmê gef ji vê dayîka şehîd xwarine.
Şehîd Nîka Şakeremî li 29ê Xermana a sala 1401 a Rojî ji aliyê hêzên serkutker ên rêjîmê ve hate revandin û li jêr îşkenceyên hovane de hate şehîdkirin.