Sipaha pastaran a tirorîst bi belavkirina daxuyaniyekê gef kirin ku heçî kesê li nava Îranê de wên û vîdeoyên bûyer û teqînên li derheq êrîşa Îsraîl bo ser Îranê belav bike, yan bo ragihandinên bîhanî li derveyî welat bişîne, dê bi avayê herî tund bête sizadanê.
Piştî êrîşa şeva derbasbûyî a Îsraîl bo ser çendîn cihên Îranê û binkên leşkerî û mûşekî yên rêjîmê, sipaha pastaran bi belavkirina daxuyaniyekî bilez, haydarî da ku belavkirina heçî wêne û vîdeoyan li cih û xisara vê êrîşê li ser torên civakî û şandina wan bo ragihandinên derveyî welat curm tête hisabê û sizayê gelek giran bi dudeye.
Li ber nebûna mediayên serbixwe û azad li Îranê de, kite rêka aşkera bûna bûyeran û geheştina zaniyariyan, tenê xelk û telefon û kamêraya ber destê wan e, lewra rêjîm ku naxwaze rastiyên bûyeran belav bibin û cehdê dike kontirola mediayî li dest wê xwe de be ku qasê xisara wan derb û teqînan kes nezane, kevtiye gefxwarina ji xelkê û tirsandina wan, lê rêjîm bi ti avayekê nikare berahîka belavbûna zaniyarian bige, şeva derbasbûyî li gel weşandina yêkim derba Îsraîl, çirkeyekê de ji çavê kamêraya xelkê ve, dîmen û teqîn û agirê vê êrîşê geheşte hemî cîhanê.