Artêşa Îsraîl, binke û navendên leşkerî bi taybet navend û binkeyên spaha pasdaran li parêzgehên Têhran Îlam û Xûzistanê de kirine armanc û rêjîma Îranê ew êrîşe piştrast kiriye.
Artêşa Îsraîl ragihand ku sibêdeha roja Şemî 5ê Xezelwerê, li 3 qonaxan de binkeyên spaha pasdaran, sîstema berevaniya esmanî û jêrxanên rêjîma Îslamiya Îranê kirine armanc û teqandine û biryargeha berevaniya esmanî ya rêjîma Îranê ew êrîşe piştrast kiriye û îdia kiriye ku xisreke kin bi hin cihan kevtiye ku mijûlê lêkolîn li ser wan xisaran in.
Li bajarê Têhranê 3 teqînên mezin li padigana Emîrelmûiminîn li taxa Ehmedabad a Mistofî, 5 teqînên mezin li padigana feleq a navenda locistîka esmanî û padigana Îmam elî li Bîdgene a spaha pasdaran, teqînên gelek mezin li wizegeha Perendê de qewimîne.
Li qonaxa 2 a wan êrîşan, teqînên gelek mezin li bajarê Şîrazê de hatine bihîstin.
Li qonaxa 3 a wan êrîşan de devera Parçîn û padigana Hewafeza ya wezareta berevaniya rêjîmê li devera Xocîr û herwisa padigana şikariya 1 a esmanî ya balafirên şerker ên Îranê li bajarê Têhranê û navendên berhemanîna mûşekan li Têhranê bûne armanc.
Heta niha ti amarek ji xisraên malî û her wisa rêjeye kuştî û birîndarên rêjîmê belav nebûne.