Dadgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê, bi tohmeta “bexî” sizaya bidarvekirinê bi ser ciwanekî xelkê bajarê Çaldiranê de sepand
Taya 1 a dadgeha înqilab a rêjîma îranê li bajarê Urmiyê bi daweriya “Necefzade” sizaya bidarvekirinê bi tohmeta “bexî, bi ser ciwanekî xelkê gundê “Sêgirik”ê ser bi bajarê Çalidiranê yê bi navê “Hemîd Husênnijad Hêyderanlo” de sepand.
Navbirî li 24ê Xakelêweya 1402 li sînorê Çalidiranê de ji aliyê hêzên sînorî ve hatibû binçavkirin û piştî çend demjimêran lêpirsînê, bo girtîgeha îdareya îtilaat a rêjîmê li bajarê Urmiyê, hatibû veguhastin.
Navbirî heyamê 11 heyv û 10 rojan li jêr îşkenceyên dijwar ên cesteyî û hundirî li girtîgehên îtilalat rêjîmê de neçar bi îrifakirina bi zorê bû.
Pêka rapora Kurdpayê, dadgeha rêjîmê bê hebûna ti belgeyek û bi tohmetên bê binyat û çewt, tohmeta Bexî bi ser wî kasibkarî de sepand û navbirî ku bavê 3 zarokan e, bi tenê 2 car bi rêya telefonê digel malbata xwe axiviye û heta niha ji mafê hebûna parêzer, bêpar bûye.