Hevdem digel êrîşa esmanî Îsraîl bo ser rêjîma Îranê sîstemên berevanî yên milîsên ser bi rêjîma Îranê li Sûriye û Îraqê de jî bûne armanc û hatine teqandin lê ti amarek ji xisaran belav nebûye.
Pêka raporên Belavbûyî Îsraîlê li êrîşa bo ser rêjîma Îranê zêdetir ji 140 balafirên şeker bi kar anîne û ew êrîşane li 3 qonaxan de bi ser dehan cihêpn hestiyar ên rêjîma Îranê, hatine kirin û li destpêka wan êrîşan de hevdem sîstemên berevanî yên milîsên ser bi rêjîma Îranê li Sûriye û Îraqê de jî bûne armanc û hatine teqandin.
Heta niha hemû firînên esmanî li esmanê Îraqê de hatine ragirtin û berdevkê Artêşa Îsraîl ragihand ku êrîş bi awayekî serkevtî bi rê ve ço.
Binyamîn Netanyaho û Yûav galant li dema wan êrîşan de ragihandin ku ew êrîşane bi armanca kêmkirina şiyana leşkerî ya rêjîma Îranê û milîsên ser bi vê rêjîmê hatine kirin.
Heta niha ti amarek ji kuştî û birîndarên rêjîmê û milîsên ser bi vê rêjîmê li Îraq û Sûriyê de belav nebûye û dehan cihên leşkerî û berevanî û navendên rêjîmê hatine teqandin.