Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heta niha derkevtiye ku Îsraîl 21 armanc li çendîn bajarên Îranê de teqandine

11:11 - 27 Çirriya pêşîn 2024

Amarên êrîşa Îsraîl bo ser rêjîma Îranê bi zanyariyn nû, nûjen dibin û heta niha 21 xal li zêdetir ji 10 bajarên Îranê de kevgtine ber êrîşa esmaniya Îsraîl û herwisa rêjeya kuştiyan heta niha ji 2 haletan, gihîşte 4 haletan û rêjeya birîndaran hêj nehatiye zanîn.

Pêka amarên nû yên belavbûyî Artêşa Îsraîl li zêdetire ji 10 bajarên Îranê de zêdetir ji 21 armanc teqandine û bi sedema sansora dijwar a nûçe û raporên li derheq vê êrîşê ji aliyê rêjîma Îranê, bi tevavî nehatiye midyayîkirin, renge ew amare biguhere, herwisa hatiye baskirin ku heta niha nasnameya 4 kes ji hêzên rêjîmê ku hatine kuştinê belav bûne û ew amare jî renge zêdetir bibe.

Bi sedema sansora dijwar a rêjîma Îranê, heta niha hatiye eşkerekirin ku balafirên Îsraîl, li Kerec, Îslamşehr, Şîraz, Robat Kerîm, Şehrê rêy, taxa “Têhranpars, Perendek, Parçîn, Beharistan û Feşafûyê” ser bi bajarê Têhranê, Meşhed, Mahşehr, Ehwaz, Şahrûd Rezen a bajarê Hemedanê, Simnan, Endîmişk, Dizfûl û Îlam”ê de 21 armanc teqandine ku 140 balafirên Îsraîl li 3 qonaxan de kirine.

Pêka dawî amaran, “Mihemdmehdî Şahroxî, Hemze Cehandîde, Secad Mensûrî û Mehdî Teeqewî” yên hêzên rêjîma Îranê hatine kuştin lê amara serast a birîndaran hêj bi serastî nehatiye belavkirin.

Rêjîma Îranê ew êrîşa Îsraîl bi êrîşeke biçûk û şanoyî binav kiriye.