Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya “Ceyşuledil” yekeyek gerok a hêzên rêjîma Îranê kirine armanc

11:15 - 27 Çirriya pêşîn 2024

Li devera “Goherkûh” a bajarê “Teftan”ê de yekeyek gerok a hêzên serkutker ên rêjîma Îranê kevte ber êrîşa hêzên Saziya Ceyşuledil û ji nav çon û hejmare ji cebnilxaneya wan kevte destê hêzên Ceyşuledil.

Roja Şemî 5ê Xezelwerê Saziya “Ceyşuledil ragihand ku li devera “Goherkûh” a ser bi bajarê Teftanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de yekeyek gerok a hêzên serkutker ên rêjîma Îranê ku 2 maşînên leşkerî bûne, kevtiye ber êrîşa hêzên vê saziyê û tevahiya wan hêzên serkutker ên rêjîmê hatine kuştin û fermandeyê pasgaha “Goherkûh” û cihgirê wî jî li nav wan kuştiyan de ne.

Pêka vê raporê, hejmarek çek û cebilxaneya rêjîmê jî kevtiye destê hêzên Ceyşuledil.

Li vê raporê de ti îşareyek bi rêjeya kuştiyên rêjîêmê nehatiye kirin û pêka raporên ne-fermî zêdetir ji 10 kes ji hêzên rêjîmê hatine kuştin, herwisa, rêjîma Îranê belav kiriye ku li vê êrîşê de 9 kes ku 6 ji wan piledar in, hatine kuştin û nasname û wêneyên wan jî belav kiriye.