Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên Meclîsa Nûneran a Amerîkayê, piştevanî li êrîşa Îsraîl bo ser rêjîma Îranê kirin

11:19 - 27 Çirriya pêşîn 2024

Piştî êrîşa esmanî ya Îsraîlê bo ser rêjîma Îranê û teqandina armancên diyarîkirî li Îranê, hejmareke zêde ji endamên Meclîsa Nûneran a Amerîkayê, piştevanî li Îsraîlê kirin.

Piştî êrîşa esmanî ya Îsraîl bo ser navendên leşkerî, berevanî û jêrxanên din ên rêjîmê li 5ê Xezelwerê, hejmarek ji endamên Meclîsa Nûneran a Amerîkayê, bi belavkirina peyam li tora civakiya “X”, piştevanî ji mafê rewa yê Îsraîl bo bersivdan û êrîşkirina Îsraîl bi ser rêjîma Îranê kirin.

Li vê derheqê de “Mike Johnson” ê serokê Komarîxwazan li meclîsa Nûneran a Amerîkayê, gotiye: hevdem digel êrîşên hevpeymanê me bo berevanî ji xwe, Kongireya Amerîkayê divê bi gelek micid, berevanî ji Îsraîlê bike û hewce ye ku cîhan bizane, hekî tundûtîjiyên rêjîma Îranê berdewam bin, em dê piştevaniya tevav li Îsraîlê bikin”.

“Mike Pence” yê cihgirê serkomarê berê yê Amerîkayê, piştevanî li Îsraîlê kiriye, herwisa senatorên wek “Tim Scott, Dan Sullivan, Thom Tillis, James Lankford, Josh Hawely û 10an senatorên din ên partiyên  “Komarîxwaz û Demokrat” li Mecîsa Nûneran a Amerîkayê, bi belavkirina peyamên cuda li tora civakiya “X” de piştevaniya xwe li Îsraîl dane xuya”.