Li êrîşa esmanî ya Îsraîl bo ser bajarê Demişqê û teqandina binkeya spaha pasdaran a terorîst li taxa Elmeze de, zawayê Hesen Nesrullah ku berpirsê veguhastina diraf û cebilxaneyê ji Îran bo Lubnanê bû hate kuştin.
Roja sêşemî 10ê Rezberê, binkeya sîxurî û fitneyan ya spaha pasdaran a terorîst li taxa Elmeze ya bajarê Demişqî bû armanca êrîşeke esmanî û bi kesên li vê binkeyê ve hate teqandin û pêka dawî zanyariyan, zawayê Hesen Nesrullah ê bi navê “Hesen Ceifer Qesîr” jî li wê bînayê de hatiye kuştin.
Artêşa Îsraîl ragihand ku “Hesen Ceifer Qesîr” berpirsê veguhastina diraf û cebilxaneyê ji Îran bo Lubnanê bû.
Wezareta Dad a Amerîkayê bo girtin an kuştina wî terorîstê ser bi rêjîma Îranê 10 milyon Dolar xelat diyarî kiribû.
Hesen Ceifer Qesîr, birayê Mihemed Ceifer Qesîr e ku li êrîşa mûşekiya Îsraîl a li demjimêrên destpêkiya roja Çarşemiyê li devera Zahiye ya bajarê Beyrûtî de hatiye kuştin û li vê êrîşê de enbarên mûşekî û navenda berhemanîna cebilxaneya Hizbullahê hatine teqandin û çendîn milîsên din ên Hizbullahê jî hatine kuştin.