Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl li dema êrîş bo ser rêjîma Îranê zanyariyên giring bi dest xwe ve anîne

11:11 - 28 Çirriya pêşîn 2024

Berpirsekî payebilind ê ewlehiya Îsraîl gotiye ku li êrîşa bo ser rêjîma Îranê de bi qasî çendîn heyv karkirinê, me zanyarî li derheq rêjîma Îranê bi dest xistine.

Kanal 14 a têlêvîzyona Îsraîlê belav kiriye ku li egera êrîşeke din bo ser rêjîma Îranê, egera vê yekê heye ku vê carê navendên desthilat û fermandeyên payebilind ên spaha pasdaran a terorîst bibin armanca êrîşa Îsraîl.

Herwisa vê kanala têlêvîzyonê belav kiriye ku pêka gotina berpirsekî payebilind ê ewlehiya Îsraîl, li dema êrîşa bo ser rêjîma Îranê, bi qasî çendîn heyv kar, zanyarî bi dest xwe ve anîne.

Piştî êrîşa Îsraîl bo ser rêjîma Îranê û teqandina binkeyên leşkerî, ewlehî û berevaniya rêjîmê, tevî ku rêjîma Îranê ji hemû aliyan ve û bi micidî, hewla perdepoşkirina qasa xisran dide, lê sîstema bervaniya esmanî ya S300 a rêjîmê û nêzî 10 binkeyên berhemanîna mûşekan û herwisa navenda lêkolîn û berhemanîn a navkiya rêjîma Îranê li devera Parçîn û dehan navendên dîn ên ewlehî û leşkerî, li ber çavê xelkê Îranê ji nav çone û rêjîm li vê yekê de jî rastî şikestê hatiye û roj bi roj zanyariyên nû ji qas a giraniya êrîşa Îsraîl, belav dibin.