Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 8 kombûnên nerizayetî li Kurdistan û Îranê de bi rêve çon

11:16 - 28 Çirriya pêşîn 2024

Malnişînkiriyên dabînkirina civakî, pîşeya pola, mamosta û beşek ji ajotvanan û hejmarek kêmendaman û hejmarek ji kedkaran li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de kombûnên nerizayetî lidar xistin.

Roja Yekşemî 6ê Xezelwerê, malnişînkiriyên dabînkirina civakî li Rojhilatê Kurdistanê de li bajarê Kirmaşanê, li rûberûyê bînaya vê îdareyê kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza birêveçona tevav a madeya 96 a yasayî û zêdekirina hiqûq bi qasa xercê jiyanê kirin û herwisa daxwaza bîme û dermanên bêberanber, parastina serbixweyiya saziya dabînkirina civakî û baştirkirina xizmetguzariyên xweşbijîviyê kirin.

Herwisa malnişîênkiriyên dabînkirina civakî li bajarê Ehwazê de jî kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Malnişînkiriyên pîşeya Pola li Îsfehan û Ehwazê de li rûberûyê binaya sendûqa malnişînkiriyên pîşeya pola li wan bajaran, kombûna nerizayetiyê lidar xistin û çendîn daxwazî yên wek bîme û dermanê bêberanber kirin.

Li vê rojê de ajotvanên otobûsên bajarê Zahidanê li derheq sekinandina karta şewata otobûsên veguhastina giştî li hundir û derveyî bajar, li rûberûyê parêzgariya rêjîmê li bajarê Zahidanê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa li vê rojê de hejmarek ji kêmendaman li bajarê Têhranê, mamostayên malnişînkirî li bajarê Bêhbehanê, kombûnên nerizayetiyê li dar xistin û kedkarên jikarderxistî yên li gîtên otobana Qezwên-Reştê, ji heftiyek berî niha ve kombûna nerizaytiya xwe heta 6ê Xezelwerê berdewam kirîne.