Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hisaba Bikarhênerî Elî Xamineyî li tora civakiya “X” de hate daxistin

11:59 - 28 Çirriya pêşîn 2024

Tora civakiya “X’ bi sedema axaftyinên Elî Xamineyî û belavkirina wan bi zimanê Êbrî li hisaba bikarhêneriya wî li tora civakiya “X” de ew hisaba Elî Xamineyê daxist.

Li 6ê Xezelwerê li hisba bikarhêneriya Elî Xamineyî li tora civakiya “X” de bi zimanê Êbrî peyamek belav kir ku Îsraîl li derheq Îranê de rastî şaşiya berawirdkirinê hatiye û em dê Îsraîlê neçar bikin ku hêza Îranê seh bike”, ew îdiayên Elî Xamineyê berwajiyê yasayên vê tora civakî ye, lewma pêka yasayên tora civakiya “X” hatine reşkein û ew hisaba bikarhênerî jî, hate daxistin.

Tevî hemû şikestên rêjîma Îranê li hember Îsraîlê û jidestdana piraniya herî zêde ya milîsan ser bi vê rêjîmê hem li warê rêje û hem li warê şiyan, hêj rêjîma Îranê ji bikuştindana xelkê dest ber nade û li halekê de ku balafirên Îsraîlî bê ti pirsgirêkek hemû armancên xwe li Îranê teqandin, hêj Elî Xamineyê dest ji çewtekariyên xwe bernedaye.