Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îtilaata spaha pasdaran a terorîst welatiyekî xelkê Merîwanê binçav kirin

10:38 - 29 Çirriya pêşîn 2024

Welatiyekî xelkê bajarê Merîwanê piştî gazîkirin bo îdareya îtilaat a spaha pasdaran a terorîst li wî bajarî, hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora “Hengaw”ê welatiyekî xelkê gundê “Eserava”yê ser bi bajarê Merîwanê yê bi navê “Elî Rûhî” naskirî bi “Pişko” ku pêştir endamê komîteya gundan a “Encumena Keska Çiya” ya bajarê “Merîwan”ê bû, piştî gazîkirin û serdana wî bo îdareya îtilaat a spaha pasdraan a terorîst li bajarê Merîwanê, hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Pêka vê raporê, ji aliyê hêzên hov ên îdareya îtilaat a spaha pasdaran a rêjîma îslamiya Îranê ve li bajarê Merîwanê, gef li “Elî Rûhî” hatibû xwarin ku li zûtirîn demê de serdana îdayeya wan li bajarê Merîwanê de bike nekû bi tundûtîjî dê bê binçavkirin.

Tevî derbasbûna çend rojan ji binçavkirina navbirî û lipeyketinên malbata wî, qedera wî welatiyê Kurd hêj bi nerohnî maye.