Rêjîma Îranê kesekî xwediyê nasnameya Îranî-Almanî ku li sala 1399 li bajarê Dobêyê de hatibû revandin, bi tohmeta “mufsidê fîl erz” sizayê bidarvekirinê bi ser de sepandibû û li 7ê Xezelwerê de bidar vekir.
Li sibêdeha roja Duşemî 7ê Xezelwerê, rêjîma Îranê kesek ê bi navê “Cemşîd Şarmehd” ê temen 67 salî ku nasnameya Îranî-Almanî heye û heyamekê jî rûniştiyê Amerîkayê bûye û li 11ê Gelawêja sala1399 a rojî, li bajarê Dobêyê de ji aliyê hêzên îtilaat a rêjîma Îranê ve hatibû revandin û bi tohmeta “mufsidê fîl erz” sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, bidar vekir
“Cemşîn Şarmehd” li girtîgehên îtilaata rêjîmê de rastî îşkenckirinên hovane hatibû û neçar bi îtirafa bi zorê hate kirin û li rewşeke herî dijwar a tendirustiyê bê dermanên hewce, heyamê 720 rojan li odeya takekesî de mabû û hemû didanên devê wî jî li dema îşkencekirinê de hatibûne şikandin.
Rêjîma Îranê bi zorê, tohmeta dariştina bername bo encamdana teqîn li husêyniyeya bajarê Şîrazê de bi ser desepandibû.