Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li 7ê rezberê, zêdetir ji 17 kombûnên nerizayetî li Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon

10:41 - 29 Çirriya pêşîn 2024

Zêdetir ji 17 kombûnên nerizayetî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ji aliyê malnişînkiriyan, kedkaran, pertesdar û kadrên dermanî û xwendekaran ve, bi rê ve çon.

Roja Duşemî 7ê Xezelwerê, malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarên wek “Îlam, Sine û Kirmaşan”ê de li rûberûyê binaya vê îdareyî li wan bajaran de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û nerizayetiya xwe li hember birêveneçona ayînnameya xweşbijîwî ya sala 1389, nedana paşkevtan, zêdekirina xercê bîmeyê ji %20 bo %50, nedana xercê dermanan ji aliyê bîmeya “Moellim û Dana” û çendîn mijarên din, kombûna nerizayetiyê lidar xistin û hevdem Şêwrea Malnişînkiriyên Îranê jî li bajarên Îlam û Kirmaşanê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa kedkarên bajarvaniya bajarê Îlamê jî li derheq wernegirtina heqdestên xwe ku 4 heyv e nedane, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa malnişînkiriyên îdareya Muxabiratê li bajarê Îranê yên wek : “Şîraz, Reşt, Zencan, Hemedan, Bender Ebbas, Têhran, Tewrêz û Ehwaz”ê de kombûna nerizayteî lidar xistin û hevdem Şêwrea malnişînkiriyên Îranê li bajarê Ehwazê de kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.

Kedkarên girêbestkar ên şirketa petrokîmiya Mahşehrê, perestar û kadrên dermanî yên nexweşxaneyên bajarê Şûşterê û xwendekarên zanîngehên zanista Komelnasî yên bajarê Têhranê, kombûna nerizayetî bi rê ve birin.