Pêka rapora nûçegihaniya Bîld a Alman, dezgehên ewlehî yên wî welatî mijûlê çavdêrîkirin bi ser sedan kes ji rûniştiyên welatê Alam de ne ku egera sîxurîkirina wan bo spaha quds a spaha pasdaran a terorîst heye.
Pêka rapora Nûçegihaniya “Bîld” a Alman, dezgehên ewlehî yên wî welatî mijûlê çavdêrîkirin bi ser nêzî 700 kes ji rûniştiyên welatê Alam dene ku pêywendî bi damezraveya “Camietulmustefa” ya bajarê Berlînê ve hene û egera sîxurîkirina wan bo spaha quds a spaha pasdaran a terorîst heye.
Pêka vê raporê, spaha quds a ser bi spaha pasdaran a tereorîst bi rêya tayên damezraveya “Camietulmustefa” ya bajarê Berlînê li pey kêşandina bala xelkê bi armanca perwerdekirna wan bo sîxurîkirin û encamdana kiryarên terorîstî ye.
Pêka vê raporê, damezraveya “Camietulmustefa” ku rêkxiraveke sîxurîkirin a rêjîma Îranê ye û piştevanî ji saziyên terorîstî yên wek Hizbullah û Hemasê, li seranserê cîhanê de dike.
Li vê raporê de hatiye ku dezgeha ewlehiya Alam bi vê sedemê ew hejmar ji rûniştiyên Alman xistine jêr çavdêriya xwe.
Herwisa rêjîma Îranê bi şêwazên cuda û bi xerckirina dirafek gelek zêde, hewlê dide, çeteyên tawankar û cinayetkar li welatên Ewropayê, bo aliyê xwe rabikêşe û armancên xwe yên terorîstî bi rêya wan bi rê ve bibe.