Ragihgandinên Îsraîlî belav kirina ku Îsraîl mijûlê lêkolîn bo bersivdan bi êrîşa dironî ya bo ser mala serokwezîrê Îsraîl “Binyamîn Netanyaho” ye ku bi fermana rêjîma Îranê hatiye kirin û egera êrîş bo ser rêjîma Îranê bo tolhildan gelek zêde ye.
Pêka gotina ragihandinên Îsraîlî, êrîşa roja Şemiyê, tolhildana êrîşa bo ser mala “Binyamîn Netanyahû” yê Serokwezîrê Îsraîl li xwe nagire, lewma kabîneya Şer a Îsraîl li roja Yekşemiyê, lêkolîn li ser çendîn bijardeyan bo bersivdan bi rêjîma Îranê kirine û Îsraîlê ragihandiye ku bi fermana rêjîma Îranê ew êrîşe hatiye kirin.
Pêka gotina ragihandinên Îsraîlî, kabîneya şer a Îsraîl li hizra êrîşkirinerke dubare bo ser rêjîma Îranê ye.
Li êrîşa roja Şemiyê ya Hêza Esmaniya Îsraîl bo ser rêjîma Îranê bi sedema berfrehiya vê êrîşê û sansora tund li Îranê, bi serastî qasa berfirehî û giraniya xisarên ku bi rêjîma Îranê kevtine hêj nehatine zanîn û roj bi roj, zanyariyên nû li derheq vê êrîşa berfireh belav dibin.