Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberek li encama teqeya hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê li sînorê Newsûdê de hate kuştin

11:43 - 3 Çirriya pêşîn 2024

Li devera Sînoriya bajarê Newsûdê de kolberek li encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê bi dijwarî birîndar bû û bi sedema kûrahiya birînan, canê xwe ji dest da.

Pêka rapora Kurdpayê, Li devera Sînoriya bajarê Newsûdê de kolberekê xelkê bajarê Selasa Bawecanî û rûniştiyê bajarê Ciwanroyê yê bi navê “Tarq Nezerî” ê kurê “Mela Hatem” li encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê bi dijwarî birîndar bû û bi sedema kûrahiya birînan, canê xwe ji dest da.

Pêka vê raporê, hêzên hov ên leşkerî yên rêjîma Îranê bê agehdarkirina berê û bi awayê rasterast teqî li wî kolberî kirine ku navbirî bi dijwarî birîndar bibû û bi sedema dijwariya birinê, canê xwe ji dest daye.

Kurdpayê belav kiriye ku termê wî kolberî bo pizîşkiya dad a rêjîmê li bajarê Pawê Hatiye veguhastin û heta belavbûna vê nûçeyê, radestî malbata wî nehatiyekirin.