Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokekî nû bo Hizbullahê hate diyarîkirin

10:29 - 30 Çirriya pêşîn 2024

Piştî ku rêjîma Îranê tevahiya rêberatiya pêştir a Hizbullahê dane kuştinê, niha berpirsekî nû bo wan milîsên ser bi rêjîma Îranê hatiye diyarîkirin, lê Îsraîlê ragihandiye ku ew demkî li ser kar e û desthilata wî dê zû bi dawî bê.

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku “Neîm Qasim” wek serokê nû yê Hizbullahê hatiye diyarîkirin û navbirî pêştir jî cihgirê berpirsê Hizbullahê bû, rêberatiya Hizbullahê bi tevavî ji aliyî Artêşa Îsraîl ve hatine kuştin, “Yûav Galant” ê Wezîrê Berevanî yê Îsraîl tevî huşdarîdan bi “Neîm Qasim ragihand ku berpirsayetiya wî gelek berdewam nabe”.

Li halekê de ku rêjîma Îranê hejmareke zêde xelkê Lubnanê û piraniya milîsên Hizbullahê û tevahiya rêberatiya vê da kuştinê, êdî walatiyeke tevav li birêveberiya Hizbullahê de dihate dîtin, lê pêka gotina Yûav Galant, xuya dike ku rêberatiya nû jî li demeke kurt de dê bibe armanca Artêşa Îsraîl.

Yûav Galant li tora civakiya “X” de ragihand ku anîneserkar a “Neîm Qasim” demkiye û bo demek dirêj nîne û hejmara berwajî bo wî, dest pêkiriye”.