Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bûdceya leşkerî ya rêjîmê 2 beranber zêde bûye

10:31 - 30 Çirriya pêşîn 2024

Bûdceya sala 1404 de beşa leşkerî ya rêjîmê 2 beranber hatiye zêdekirin ew li halekê de ye ku kirîza aborî li Îranê û daketina dahat û bilindbûna nirxan û herwisa gihîştina hêla hejarê bi 37 milyon tumenî, jiyana xelkê gelek dijwartir kiriye.

Roja Sêşemî 8ê Xezelwerê, meclîsa rêjîmê tevavetiya bûdceya sala 1404 bi 146 dengên erê û 96 dengên ne û 4 dengên bêalî pesend kir û bi cihê zêdekirina bûdce bo beşên xweşbijîwî û herwisa zêdekirina dahata xelkê û baştirkirina rewşa aborî li Îranê, bûdceya leşkerî ya Îranê 2 beranber zêde kirine, ew yek jî li halekê de ye ku rêjîma Îranê hemû salan bûdceya leşkerî zêde dike û tevî hemû gefxwarinên xwe li hember êrîşa esmanî ya Îsraîlê de bi tenê temaşevan bû û şiyana encamdana ti bertekekê nebû.

Herwisa ji bûdceya diyarîkirî bo kirîna hewcehiyên bingehîn ên xelkê Îranê ku 15 milyard Dolar bû, dixwazin 3 milyard Dolar ji vê bûdceyê kêm bikin û bo şerxwazî û pîlanên gemar ên rêjîmê bi kar bînin.

Herwisa li dema kurtanîna bûdcê, destê kabîneya rêjîmê jî vekiriye ku ji dahata giştî ya xelkê Îranê bi qasa hewce hilbigre.

Heta niha rêjîma Îranê sendûqa geşeya Îranê bi tevavî talan kiriye û sedan milyard Dolar ji vê sendûqê hilgirtiye û tevî ku wî dirafî careke din bo sendûqê navegerîne, hêj îdia dike ku ti dirafek ji vê sendûqê hilnegirtiye!

Li halekê de ku rêjîma Îranê enfilasiyona îsal bi %37 ragihandiye li 3 salên derbasbûyî de enfilasiyon her salê %100 zêde bûye.