Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa bênzîn li Îranê dê %40 bilindtir bibe

12:07 - 30 Çirriya pêşîn 2024

Pêka bernameyên bûdceya sala 1404 a rêjîma Îranê, nirxa bênzînê dê %40 bilindir bibe û besteyeke 20 hezar milyard Tumenî jî bo vê yekê hatiye berçavgirtin.

Endamê Komîsiyona Aborî ya meclîsa rêjîmê, “Husên Semsamî” tevî îşarekirin bi vê yekê ku li dariştin û diyarîkirina bûdceya 1404 de bi ti awayekî baştirkirin û serastkirina bûdcê nehatiye berçavgirtin û tevî ku 3 milyard Dolar ji bûdceya diyarîkirî bo hewcehiyên xelkê Îranê hatiye kêmkirin, nirxa bêzînê jî %40 hatiye zêdekirin.

Gotinên wî nûnerê rêjîmê li halekê de ye ku Mesûd Pizîşkiyan ê serkomarê rêjîma Îranê çendîn caran bas ji bilindtirkirina nirxa bênzênê kirye lê ji tirsê nerizayetiya xelkê û bo çewtekarî ragihandiye ku dê bi hevahengî digel xelkê Îranê vê nirxê dê bikindtir bikin.

Berwajiyê îdiaya serkomarê rêjîmê, tevî ku bi ti awayekê rewşa jiyana xelkê Îranê nehatiye berçavgirtin û heta zêdekirina hiqûq û heqdestan bê berçavgirtina zêdebûna nirxa enflasiyonê hatiye diyarîkirin, bilindtirkirina nirxa bênzênê renge careke din wekî sala 1398 a Rojî, bi ti awayek ji aliyê xelkê ve neyê qebûlkirin û destpêkirina nerizayetiyên seranserî li 24ê Xezelwera 1398 a rojî de jî bi sedema bilindtirkirina nixa bênzînê bû ku bi lezgînî, binyata rêjîma Îranê kire armanc.