Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên hov ê rêjîmê êrîş kirine ser kombûneke malbatên girtiyan

12:10 - 30 Çirriya pêşîn 2024

Malbatên hejmarek ji binçavkiriyên ku rêjîma Îranê sizaya bidarvekirinê bi ser wan de sepandiye, li bajarê Têhranê de kombûneke nerizayetiyê lidar xistin lê hêzên hov ên întizamî û ewlehî, êrş kirine ser wan.

Roja Sêşemî 8ê Xezelwerê, hejmarek ji malbatên binçavkiriyên ku rêjîma Îranê sizaya bidarvekirinê bi ser wan de sepandiye, li bajarê Têhranê de kom bûn û xwenîşandan kirin û dirûşma “Bidar nevekin” dan lê hêzn hov ên întizamî û ewlehî, êrş kirine ser wan û bi awayekî hovane ew kutane.

Pêka raporên belavbûyî, hejmarek ji wan malbatan ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîmê ve hatine binçavkirin û ciwanek jî li encama lêdan û kutanê, birîndar bûye.

Wan malbatan bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember sepandina sizaya bidarvekirinê bi ser zarokên xwe ew xwenîşandana hêminane lidar xistine lê hêzên rêjîmê tundûtîjî xistine nav vê xwenîşandana wan û hewla rêgirîkirin ji birêveçona vê xwenîşandanê dane lê xelkê ew xwenîşandan tevî serkut û rêgirîkirina wan hêzan bi rêve birine û li hember wan hêzan sekinîne.

Rêjîma Îranê ji tirsê serhildaneke nû li Îranê, her cure nerizayetiykê bi tundûtîjiyeke hovane, serkut dike.