Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê zêdetir ji 8 kes bidar vekirin

11:24 - 31 Çirriya pêşîn 2024

Rêjîma Îranê li girtîgeha Qizilhisar û navendî ya rêjîmê li bajarê Kerecê, 8 kes bidar vekirin ku pêştir bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber an kuştina bi zanebûn sizayê bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.

Sibêdeha roja Çarşemî 9ê Xezelwerê, 4 girtiyên bi navên “Muhsin Rastgû”, Mihemed Celalî yê xelkê bajarê Kirmaşanê û “Saman Enberî” û “Mistefa Xulamzadê” yê xelkê bajarê Yezdê ku pêştir bi tohmetên bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber û kuştina bi zanebûn sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin.

Herwisa sibêdeha roja Sêşemî 8ê Xezelwerê, 3 girtiyên bi navên “Mihemed Nidayî, Elîekber Exayêr û Ekber Xuremtac” ku bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin.

Herwisa li vê rojê de girtiyekî xelkê devera “Balawend” a bajarê Kirmaşanê yê bi navê “Murwetelî Keremî” li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Kerecê da hate bidarvekirin.