Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jîna Moderis Gurcî, bo birêveçona sizaya sepandî bo dadgehê hate gazîkirin

11:27 - 31 Çirriya pêşîn 2024

Çalakvan û rojnamevana Kurd “Jîna Moderis Gurcî” ku ji aliyê dadgeha rêjîmê ve 16 heyv heps bi ser de hatibû sepandin, bo dadgeha birêvebirina sizayên sepandî ya bajarê Sinê hate gazîkirin.

Çalakvana mafê jinan û rojnamevana Kurd “Jîna Moderis Gurcî” ku li pêvajoya şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê ve hatibû binçavkirin, ji aliyê taya 4 a dadgeha birêvebirina sizayên sepandî a rêjîmê li bajarê Sinê, hatiye gazîkirin û pêka biryara vê dadsgeha rêjîmê, navbirî divê li roja Şemî 12ê Xezelwerê, xwe bi girtêgeha rêjîmê li bajarê Sinê de bide nasandin.

Jîna Moderis Gurcî, pêştir 21 sal girtîgeh bi tohmeta “hevkarî digel dewletên dujmên” , bi ser de hatibû sepandin ku li dadgeha pêdeçonê de bi bêtawan hate naskirin û bi tohmeta “prûpaganda li dijî rêjîmê û rêkxistina girûpa neyasayî bi armanca herifandina rêjîmê, 16 heyv girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Navbirî çendîn caran ji aliyê rêjîmê ve hatiye binçavkirin û çendîn tohmetên cuda xistine ser vê çalakvana mafê jinan.