Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Armanca rêjîma Îranê ji rîcêstêriya mobaylên cura “Ayfon” talankirina xelkê ye

11:28 - 31 Çirriya pêşîn 2024

Rêjîma Îranê hawirdekirin û rîcêstêriya mobaylên cura “iphone” ê azad kir lê ew yek bi tenê bi armanca standina baca zêde ji xelkê Îranê ye û rêjîma Îranê li jêr navê xizmet bi xelkê Îranê li pey bidestveanîna 500 milyon Euro ya bacê ye.

Çendîn sal bû ku rêjîma Îranê hawirdekirin û rîcêstêriay telefonên cura iphone li Îranê de sekinandibû lê li vê dawiyê, îdia kiriye ku bi armanca xizmetkirin bi xelkê Îranê, vê biryarê hildiveşîne û hawirdekirin û rîcêstêriya wan mobaylan azad dike lê li pişt vê îdiaya rejîmê pîlaneke malî ya rêjîmê tê dîtin.

Rêjîma Îranê bi anîna her mobayleke cura iphone, bi qasî %96 a nirxa vê mobaylê bac li ser daniye û pêka gotina çavkaniyên agehdar, rêjîma Îranê bi vê yekê nîv milyard Euro bi dest xwe ve tîne û bi awayeke din, li jêr navê xizmet bi xelkê, xelkê Îranê talan dike.

Li vê derheqê de “Setar Haşimî” yê wezîrê pêywendî û teknoloijiya zanyariyên rêjîmê gotiye ku dewlet li bûdceya sala 1404 a de nîv milyard Euro ji hawirdekirina mobaylên bi nirxa zêdetir ji 600 Dolarî, bo xwe berçav girtiye.