Artêşa Îsraîl piştî çendîn demjimran ji agehdarkirina xelkê bajarê “Beilbek”ê bo dûrketin ji bajar li deverên “Dorês, Eyn Borzay û Ey`at” ê de binke, jêrxan û enbarên cebilxaneya Hizbullahê kirine armanc û teqandin.
Awîxay Edrayî, berdevkê Artêşa Îsraîl, çendîn demjimêran berî êrîşkirin bi ser bajarê Beilbekê ragihandibû ku bi lezgînî ji malên xwe derkevin û bajar bi cih bihêlin û Artêşa Îsraîl dê êrîşê bike ser Hizbullahê û li roja Çarşemî 9ê Xezelwerê, Artêşa Îsraîl, li deverên “Dorês, Eyn Borzay û Ey`at” ê de binke, jêrxan û enbarên cebilxaneya Hizbullahê kirine armanc û teqandin.
Artêşa Îsraîl bi armanca kêmkirina xisarên canî yên xelkê medenî, wan agehdar dike lê milîsên Hizbullahê xelkê wek mertalê zindî bo parastina xwe û enbar û jêrxanên xwe bi kar tîne.
Herwisa Artêşa Îsraîl li vê rojê de enbarên şewata Hizbullahê li bakûrê rojhilatê Lubnanê de teqandin, ew enbarên şewatê li jêr çavdêriya yêkeya 4400 a Hizbullahê de ne ku karê wan, veguhastina cebilxaneya rêjîma Îranê bo Lubnanê ye, şewata li wan enbaran de ji aliyê rêjîma Îranê ve tê dabînkirin.
Rêjîma Îranê bi rêya spaha quds, piraniya bûdceya hizbullahê dabîn dike û li rêyên cuda re, şewat û diraf bo Lubnanê vediguhaze.