Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Alman balyozê xwe ji Îranê vekêşand

11:33 - 31 Çirriya pêşîn 2024

Piştî bidarvekirina Cemşîd Şarmehd welatiyê du nasnameî yê Alman- Îranî, balyozê Alman Îran bi cî hêla.

Wezareta derve a Alman balyozê xwe ji Îranê vexwand û ragihand ku ev kar bi armanca şêvr û pirsa li derheq bidarvekirina Cemşîd Şarmehd bûye, û herwisa vezareta derve a Alman ragihand ku xuya nine ev şêvr heya kengê dê dirêjî bikêşe.

Berdevkê wezareta derve a Alman got ku Îranê divê baş bizanîba ku Alman dê li vê derheqê de helwêst û kiryara xwe hebaya.

Berdevkê wezareta derve a Alman herwisa got: Bidarvekirina wî welatiyê Almanî-Îranî, derbeke gelek mezin li pêywendiya Îran û Alman da.

Bidarvekirina Cemşîd Şarmêhd gelek bertekên navnetewî û sazî û rêkxistinên mafê mirovî û welata bi du xwe de anî.

Berdevkê Wezareta derve weke kiryareke alman li hember bidarvekirina wî welatiyê Almanî, amaje bi egera givaş û tehrîma zêdetire Îranê ji aliyê Alman ve kir.