Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cebilxaneya rêjîma Îranê li bajarê Ceble li Sûriyê hate teqandin

11:45 - 3 Çirriya pêşîn 2024

Enbareke mezin a cebilxaneya rêjîma Îranê ku bo milîsên xwe şandibû, li bajarê “Ceble”yê li Sûriyê, bû armanca dironên îsraîlî û hate teqandin.

Çavdêrê mafê mirovî li Sûriyê ragihand ku li demjimêrên sibêdeha roja Pêncşemî 12ê Rezberê, dironên Îsraîlî enbareke mezin a cebilxane li bajarê qiraxaviyê Ceble li Sûriyê kirine armanc û teqandine û sîstema berevaniya Sûriyê û herwisa hêzên Rûsiyê li berteka vê êrîşê nêzî 40 xulekan teqe kirine.

Ew enbara cebilxaneya rêjîma Îranê li nêz bingeya esmaniya “Himêymîm” e ku mezintirîn binkeya esmaniya Rûsiye li Sûriyê li bakûrê rojavayê parêzgeha Laziqiyê de ye.

Heta niha ti amarek ji qasê xisarên malî û herwisa amara kuştî an birîndarên vê êrîşê belav nebûne.

Piştî êrîşa mûşekî a rêjîma Îranê bo ser Îsraîl, deshilat û artêşa Îsraîl biryar dane ku heçî cihekê hêzên rêjîma Îranê û girûpên girêdayî bi wê bikne armana êrîşa xwe.