Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê salek girtîgeh bi ser “Solmaz Hesenzade” de sepand

11:37 - 31 Çirriya pêşîn 2024

Dadgeha rêjîma Îranê li bajarê Bokanê de salek girtîgeh bi ser “Solmaz Hesenzade”, xweîşka şehîd “Mihemed Hesenzade” ê şehîdê tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de sepand.

Taya 101 a dadgeha rêjîmê li bajarê Bokanê, bi tohmeta teblîx li dijî rêjîma Îranê, salek girtîgeh bi ser “Solmaz Hesenzade”, xweîşka Mihemed Hesenzade” ê şehîdê tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de sepand.

Solmaz Hesenzade li roja Sêşemî 23ê Gelawêja 1403 a Rojî, piştî derbasbûna 14 roj ji binçavkirinê, bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî û bi awayê demkî heta dawîhatin bi qonaxên pêregihîştin bi dosyeya wê, ji girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê hatibû azadkirin.

Herwisa Solmaz Hesenzade li heyama binçavkirinê de 8 rojan dest avêtibû girêva birsîbûnê.

Solmaz Hesenzade li 9ê Gelawêja 1403 digel bavê xwe li dema ku dixwestin bo salvegera şehîdbûna “Mihemed Hesenzade” rêresmekê lidar bixin, ji aliyê hêzên rêjîma Îranê ve hatibûne binçavkirin.

Şehîd Mihemed Hesenzade li temenê 28 saliyê de li 25ê Xezelwera 1401 an, li bajarê Bokanê, li pêvajoya xwenîşandanên seranserî, ji aliyê hêzên rêjîma Îranê ve bi teqeya rasterast hate şehîdkirin.