Hejmarek ji berhemhênerên rijî li bajarê Bender Ebasê û hejmarek ji kedkarên projeya şirînkirina avê li bajarê Konarekê, kombûnên nerizayetî lidar xistin.
Roja Çarşemî 9ê Xezelwerê, hejmarek ji berhemhênerên rijî, bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember qutkirina şewata hewce bo karê wan, li nav dadgeha rêjîmê li bajarê Konarekê de kombûneke nerizayetiyê lidar xistin û piştre wan berhemhêneran li ber deriyê parêzgariya rêjîmê li bajarê Benderebasê de jî kombûna nerizayetiya xwe bi rê ve birin lê ti berpirseke rêjîmê amade nebûye ku ti bersivekê bi wan bide.
Rêjîma Îranê bê ti hêcetekê, şewata 280 yekeyên berhemanîna rijî li Bender Ebasê de qut kiriye û kar li 269 yekeyan de ji 2 heyvan berî niha ve bi teavî sekiniye, ew yek li halekê de ku hemû belgeyên hewcê yên rêpêdan bo kar hene û yekeyên yasayî yên berhemanîna rijî ne.
Herwisa kedkarên şirketa “Awayê Cehanbîn” li derheq jikarderxistina karmendên projeya şirînkirina ava Gordîm li Konarekê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza bersivdana berpirsan kirin.
Projeya şirînkirina avê, li halekê de li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de bi rê ve diçe ku xelkê vê parêzgehê tevî hewcehiyeke tevav û lezgîn bi avê, bi tevavî ji vê avê bêpar in û ew proje bo dabînkirina avê bo bajarên li navenda Îranê ye.