3 kes ji hêzên hov ên întizamî yên rêjîma Îranê li heyama 2 rojan de ji aliyê girûpa Ceyşuledilê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hatine kuştin û vê girûpê li vê derheqê de daxuyaniyek belav kir.
Pêka raporên belavbûyî, yek ji hêzên henga sînorî yê rêjîma Îranê bi navê “Mehdî Belûçî”li devera Cekîcûrê ji aliyê hêzên Çeyşuledilê ve hate kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûne û li roja Yekşemiyê de jî yek ji piledarên hêza serkutker a întizamiya rêjîma Îranê yê bi navê “Ramîn Wilayetî” û “Emîrmihemed Emîrî” ji aliyê hêzên Ceyşuledêl ve hatine kuştin.
Cêyşuledilê li derheq kuştina wan hêzên rêjîmê de ragihand ku wan hêzên rêjîmê li kuştin, birîndarkirin û azardana xelkê Belûç, bi taybet şewatberan de rol hebûbne.
Herwisa vê saziyê rû bi hêzên rêjîma Îranê li Belûçistanê ragihand ku dest jî alîkarîkirin bo pêşxistina pîlan û bernameyên rêjîma Îranê li belûpçistanê de berdin, neku her derbek li her cihekê de bi wan bikeve, ew bi xwe berpirsyar in.