Roja Pêncşemiyê kasibkarekî Kurd xelkê Emîravaya Bokanê bi navê Yûsif Deştî temen 38 salî li ser riya Mihaba- Bokanê kevte ber desrêjiya gullên hêzên cinayetkare rêjîmê û hate kuştin.
Piştî kuştina Yûsif, hêzên rêjîmê ku bi şika hebûna barê qaçax teqe ji wî kiribûn, çi tiştekî qaçax ku li maşîna wî de peyda nekirine, termê wî radestî malbata wî kirine û bi gefkirinê gotine malbata wî ku divê bêjne xelkê ser barê qaçaxe Meşrûbê hatiye kuştin.
Hêzên dije mirov ên rêjîma Îranê li nav bajarê pawê de teqe li maşîna kasibkarekî kirin ku li encam de 2 kasibkar li maşînê de bi dijwarî birîndar bûn.
Herwisa hêzên dije mirov ên spaha pasdaran a tirorîst li nav bajarê Pawê de teqe li maşîna kasibkarekî kirine ku ji bilî wî kesekî din jî li maşîna wî de bûye, ku li encama teqeya wan terorîstan de ew 2 kasibkar ên bi navên “Pêyman Neqîzade û Arman Neqîzade” bi dijwarî birîndar bûne.
Pêka vê raporê, hêzên hov ên spaha pasdaran a terorîst li meydana “Mewlewî” ya bajarê Pawê, bi şika hebûna alavên qaçax li vê maşînê de, bê agehdarkirna berê û bi awayê rasterast teqe li wan kasibkaran kirine ku pê û zikê wan bi dijwarî birîndar bûne.