Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Birîtaniya Hûsiyên Yemenê bombebaran kirin

12:11 - 5 Çirriya pêşîn 2024

Binke û damezraweyên Hûsiyên Yemenê ji aliyê hêzên Amerîka û Birîtaniyayê ve bûne armanc û hatin eteqandin.

Li halekê de ku cihgirê Hesen Nesrullah ê bi navê Haşim Sefyedîn pêka raporên belavbûyî hatiye kuştinê, Amerîka û Birîtaniyayê li çendîn êrîşên esmanî de li taxa “El-Hesebe” ya bajarê Sen`ayê binke, bargeh, cihên berhemanîn û enbarên çek û cebilxaneya Hûsiyên Yemenê bi giranî bombebaran kirine û teqandine.

Herwisa Hûsiyên Yemenê gotine ku Amerîka û Birîtaniyayê 7 êrîşên esmanî kirine ser balafirxaneya “El-Hodeyde” û devera “El-Kesîb”.

Hûsiyên Yemenê bi hêceta alîkarîdan bi milîsên ser bi rêjîma Îranê, hem bi mûşek û dironan Îsraîlê dike armanc û hem ewlehiya deryayî li Babûlmendeb û deryaya sor de aloz kiriye û êrîşê dike ser gemiyên ticarî û medenî.

Pêka dawî amarên belavbnûyî zêdetir ji 10 êrîşên esmanî li bajarê Sen`a û bajarê qiraxaviyê El-Hodeydeyê de ji aliyê Amerîka ê hêzên hevpeyman ve hatine kirin û pêka girte vîdyoyên belavbûyî, teqînên gelek mezin li wan bajaran de hatine dîtin û xisarên gelek giran geheçtine Hûsiyên Yemenê, lê heta niha ti amareke serast ji xisaran û kuştî an birîndarên Hûsiyan belav nebûne.