Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê 2 berpirsên din ê Hizbullahê kuştin

12:12 - 5 Çirriya pêşîn 2024

Artêşa Îsraîl ragihand ku 2 berpirsên Hizbullahê ku yek berpirsê torên pêywendiyan û yek, fermandeyekî payebilind ê Hizbullahê bûye li Beyrûtê de kuştine.

Artêşa Îsraîl li roja Înê ragihand ku “Mihemed Yûsif Enîsî” ku yek ji fermnandeyên payebilindê Hizbullahê ye li êrîşa esmanî ya bo ser binkeya ewlehiya Hizbullahê de kuştiye û raqgihandiye ku navbirî li geşedan bi mûşekên kirûz ên Hizbullahê de rol hebûye.

Herwisa Artêşa Îsraîlê ragihand ku roja Pêncşemiyê “Mihemedraşid Sikafî” yê berpirsê torên pêwendiyên Hizbullahê li êrîşeke taybet de kiriye armanc û jinav biriye.

Herwisa Îsraîlê ragihandiye ku li 2 rojên derbasbûyî de çendîn tûnelên Hizbullahê ku yek ji wan li navbera sînorê Lubnan û Sûriyê de bûye, ji nav birine.

Herwisa Artêşa Îsraîlê rêyeyek startejîk a bejayî ya li navbera Lubnan û Sûriyê  bombebaran kir û bi tevahî daxistiye.

Tevî ku Îsraîlê Kuştina Haşim Sefyedîn ê serokê nû yê Hizbullahê erê kiriye, lê Hizbullha Lubnanê li vê derheqê de ti zanyariyek belav nekiriye.