Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Milîsên li Îraqê de 2 serbazên Îsraîlê kuştin

12:14 - 5 Çirriya pêşîn 2024

Li encama êrîşa dironî ya milîsên ser bi rêjîma Îranê li Îraqê de, 2 serbazên Îsraîlê yên yekeya Gulanê hatine kuştin û 24 serbazên din ên Îsraîlî jî hatine birîndarkirin.

Artêşa Îsraîl ragihand ku li encama êrîşa dironiya milîsên ser bi rêjîma Îranê li Îraqê, 2 serbazên Îsraîlî yên yekeya Gulanê hatine kuştin û 24 serbazên din ên vê hêza Îsraîlî hatine birîndarkirin.

Herwisa Îsraîlê ragihandiye ku ew 2 serbazên 19 salî li binkeya leşkerî ya Gulana Bakûrî de ji aliyê dironekê ku ji aliyê Îraqê ve hatibû avêtinê, hatine kuştin.

Herwisa û li vê derheqê de Ketayîb Hizbullah li Îraqê de huşdarî daye û gotiye: “hekî Îsraîl êrîşê bike ser meydanên neftî û jêrxanên rêjîma Îslamiya Îranê, ew dê her rojê, 12 milyon bermîl neftê ji nav bazara neftê, kêm bike”, lê girûpa ser bi rêjîêma Îranê bi serastî neraguihandiye ku dê vê rêjeyê ji nav bibe an rêgirî ji şandina wê bike.

Heta niha ti taqîm an girûpeke ser bi rêjîma Îranê li Îraqê de êrîşa dironî ya bo ser hêza Gulanê nekêşaye stuyê xwe.