Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlemana Lîtwaniyê, spaha pasdaran bi terorîst nas kir

12:15 - 5 Çirriya pêşîn 2024

Spaha pasdaran bi sedema şandina mûşekan bo Rûsiyê, ji aliyê Parlemana Lîtwaniyê ve wek terorîst, hate naskirin.

Kanala fermiya Lîtwaniyê ragihand ku spaha pasdaran a rêjîma Îranê bi sedema şandina mûşekan bo Rûsiyê, ji aliyê Parlemana Lîtwaniyê ve wek rêkxiraveke terorîstî nas dike û ragihand ku bi terorîstnaskirina spaha pasdaran, li encama hewlên Lîtwaniyê bo rawestan li hember kiryarên spaha pasdaran û bandora vê saziya terorîstî bo ewlehiya navnetewî û aramiya cîhanê hatiye kirin.

Li vê derheqê de serokê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Parlemana Lîtwaniyê “Emanoêlîs Zîngirîs” li konferanseke rojnamevaniyê de got: “Em yekem parlemana Ewropayî ne ku bi awayê fermî, spaha pasdaran wek saziyeke terorîstî nas dikin”.

Herwisa navbirî îşare bi vê yekê jî kir ku wezareta navxwe ya Lîtwaniyê, erkdar e ku endamên vê saziya terorîstî li dema hatin bi axa Lîtwaniyê, li jêr çavdêriya xwe de bigre.

Herwisa Parlemana Lîtwaniuyê daxwaz ji welatên endam li Yekîtiya Ewropayê kiriye ku her wekî Amerîka û Kanadayê, spaha pasdaran bêxne nava lîstê saziyên terorîstî de.