Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjeya bidarvekirinan li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê de gihîşte 10 haletan

12:17 - 5 Çirriya pêşîn 2024

Li halekê de ku amara bidarvekirinan li heyva derbasbûyî de zêdetir ji 69 haletan bû, rêjeya bidarvekirinan li girtîgeha Qizilhisar a rêjîma Îranê ji 11ê rezberê heta niha gihîştiye 10 haletan.

Pêka rapora Navena Mafê Mirov li Îranê, amara girtiyên bidarvekrî yên li girtîgeha Qizilhisar a rêjma Îranê ji roja Çarşemî 11ê Rezberê heta niha gihştiye 10 haletan û vê navenda mafê mirovî li roja Çarşemiyê, ragihandibû ku li vê rojê de 9 girtî li girtîgeha Qizilhisarê de hatine bidarvekirin.

Herwisa welatityek ê bi navê “Mewlûd Xalidiyan” ê xelkê gundê “Qamlû”yê ser bajarê Qurwê ku bavê zarokekî ye û ji aliyê rêjîmê ve bi tohmeta kuştina bizanebûn sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li roja Înê  13ê Rezberê, li wê girtîgeha rêjîmê de hate bidarvekirin.

Pêka vê raporê, “Fezlullah Pûrnesîrî, Elî Memeşlû, Murtiza Ebdulhusênpûr, Sabir Heqmuradî, Bêhnam Husên Destcirdî, Mewlûd Xalidiyan û jinek û 2 kes ji xelkê Efxanisatnê ku navê wan nehatiye zanîn li wan çend rojan de li girtîgeha Qizilhisarê de hatine bidarvekirin.