Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl nehêla tenê 3 rojan bibe serokê Hizbullahê

12:19 - 5 Çirriya pêşîn 2024

Îsraîl kuştina Haşim Sefyedîn û tevaya ev kesên li gel de bûne, piştrast kir.

Îro Şemiyê gorî jêderên Îsraîlî, hate piştraskirin ku Haşim Sefyedîn û tev kesên li gel de, bi sedema bombebarana îsraîl hatine kuştin.

Piştî kuştina Nesrullah ji aliyê Îsraîl ve ku qirar bu Sefyedîn bibe serokê Hizbullahê, Îsraîl nehêla tenê yêk biryarê jî weke serok der bike û ev kuşt.

Gorî zaniyariyan ev digel hinek berpirs û fermandeyê Hizbullahê û çendîn fermandên spaha pastaran a tirorîst li dema civînê de kevte ber êrîşa mûşekê Îsraîl û hate kuştin.

Îsraîlê ragihand ku cihê civana Haşim Sefyedîn bi derba 73 Ton bomb û mûşekan kiriye armanc ku tu kes nekare jê xelas bibe.

Herwisa ji aliyekî din ve jî Îsraîlê biryar daye ku êrîşê bike ser rêjîma Îranê, lê heta niha digel Amerîka û hevpeymanên xwe li nîqaşê de ye ku kanê êrîşê bike ser kîjan para Îranê, Gorî dawî zaniyariya Îsraîlê amerîka agehdar kiriye ku dê navendên Etomî, Palavtingehên Neftê û cihên berhemanîna mûşek û dironan bike armanc, lê goya serokê Amerîka daxwaz jê kiriye ku êrîşe neke ser Binkên Etomî û Neftê.

Amerîka û Birîtaniya û gelek welatên dinê piştevaniya xwe bo Îsraîl ragihandine, û dehan welan daxwaz ji welatiyên xwe kirine hindî zû ji Îranê derkevin.

Ji aliyekî dinê jî Elî Xamineyî ku maka fitna hemî cîhanê ye li nimêja Înê de carekî dinê bi haydana girûpên tirorîste girêdayî bi xwe gef ji Îsraîl û Amerîka xwarin, û daxwaz kir ku bila girûpên bereya muqawimet berdewam bin li ser êrîşa bo ser Îsraîl û herwisa avêtina 200 mûşekan ji aliyê sipaha pastaran ve ku bû sedemê kuştina Filistîniyekê, bi karekî bê mînak hesiband û gef kirin ku hekî Îsraîl êrîşê bike , emê vê mezintir êrîşê bikin.