Hejmarek ji xwendekaran û herwisa kedkarên kangehan bi lidarxistina kombûnên nerizayetî, daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe kirin.
Roja Şemî 13ê Rezberê, hejmareke zêde ji xwendekarên zanistên pizîşkî yên zanîngehên pizîşkî li bajarê Têhranê li rûberûyê bînaya wezareta Tendirustî ya rêjîmê li bajarê Têhranê, kombûneke nerizayetiyê lidar xistin û li vê kombûnê de daxwaza hilveşandina biryara qedexebûna firotina pêbendiyan kirine.
Herwisa li vê rojê de kedkarên kangeha “Sorb û Rûy” a kangeha Rawerê li bajarê Kirmanê, li rûberûyê bînaya îdareya kar a bajarê Kirmanê de kombûneke nerizayetiyê lidar xistin. Wan kedkaran li derheq paşketa 2 heyv heqdestên xwe û qutkirina bîmeya tevavker û çend mijarên din, nerizayetiya xwe dane xuya.
Ya ecêb ev e ku berpirsê îdareya “Te`avon, kar û xweşbijîviyê” yê bi nasnavê “Misbah” îdia dike ku ti heqdesteke wan kedkaran paş neketiye û pirsgirêka bîmeya wan kedkaran jî li qonaxa çareseriyê de ye gotinên wî berpirsî li halekê de ye ku kedkar jî dizanin ew soz û gotin çewt in.
Kedkarekî li vê derheqê de gotiye, qasa berhemanîna me ya îsal, 2 qat zêdetir ji sala par e lê tevî ku ne ti padaş û diyariyek bi me dane, hêj heqdesta me jî yek heta 2 milyonan kêm kirine, Hêj heqdesta 2 heyvan jî nedane û îdia dikin ku ti heqdesteke me nemaye û herwisa bîmeya me jî qut kirine.
Herwisa û li vê derheqê de 210 perestarên nexweşxaneya Îmam Riza ya bajarê Laristanê jî hiqûqên xwê yên 9 heyvan hêj vernegirtine.