Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê êrîşa bejayî bo ser axa Lubnanê dest pêkir

11:36 - 1 Çirriya pêşîn 2024

Artêşa Îsarîl ragihand ku êrîşeke sînordar ya bejayî li başûrê Lubnanê de dest pêkirye û armanca vê jinavbirina binke û jêrxanên Hizbullah li hejmarek ji gundên sînorî yên Lubnanê ye.

Artêşa Îsraîl bi belavkirina daxuyaniyekê, destpêkirina sînordar a operasiyonên bejayî li hejmarek ji gundên sînorî yên başûrê Lubnanê ragihand û daye zanîn ku armanc ji vê êrîşa sînordar, jinavbirina binke û jêrxanên Hizbullah li hejmarek ji gundên sînorî yên Lubnanê ye.

Herwisa artêşa Îsraîlê ragihand ku pêka zanyariyên hûr, li hejmarek ji wan gundan de ku gefeke mezin bo bajarên Îsraîlê hatine hejmartin, operasiyon têne kirin.

Li vê daxuyaniyê de hatiye ku hêza esmanî û topxaneya Îsraîlê piştevanî li birêveçona wan operasiyonên bejayî dikin û destpêkirina wan operasiyonan bi biryar û erêkirina berpirsên siyasî û bi armanca zivirandina xelkê nişteciyên deverên bakûrê Îsraîlê hatiye kirin.

Roja Duşemiyê jî tank û zirêpoşên hêza 188 û hêza komandoyiya Gulanê ya Artêşa Îsraîl li sînorê Lubnanê de kom bibûn, demjimêrên şevê çone nava axa Lubnanê.

Artêşa Lubnanê jî daxwaz ji Hizbulahê kiriye ku hindî zû ji ser sinûrên di navbera Lubnan û Îsraîlê dûr bikeve, Artêşa Lubnanê hebxwe jî 5 kîlomêtran ji sinûr wekişiya.