Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Enbarên cebilxaneya Hizbullah li bajarê Beyrûtê, hatine teqandin

11:59 - 6 Çirriya pêşîn 2024

Li bajara Beyrûtê de enbarên cebilxaneya Hizbullahê careke din bûne armanca bombên Îsraîlê û tevî teqînên destpêkî, teqînên lipeyhev ên gelek mezin li enbarên cebilxaneya Hizbullahê qewimîn.

Balafirên Artêşa Îsraîl li demjimêrên dawiya roja Şemî 14ê Rezberê, li taxa Zahiye ya bajarê Beyrûtê de careke din enbarên cebilxaneya Hizbullahê ku li tûnelên jêr bînayên medenî de hatibû cihkirin, bi awayekî giran bombebarankirin û alava agir û dengên gelek mezin ên li peyhev ên teqîna wan cebilxaneyan li bajarê Beyrûtê de bilind bû.

Pêka rapora “BBC”yê li zêdetir ji 6 cihan de enbarên cebilxaneya Hizbullahê bûne armanca bombên Îsraîlî.

Herwisa bi pêka gotina ragihandinên xwecihiyê yên Lubnanê, 2 xal li devera “Çuwîfat” li nêzî balafirxaneya Beyrûtê û 3 xal jî li derdora bajarê Beyrûtê bûne armanca bombên Îsraîlî.

Pêka girte vîdoyên belavbûyî, rêjeya cebilxaneya Hizbullahê ku li wan teqînande ji nav çone, gelek zêde ye û agirê wan teqînên lipeyhew, esmanê bajarê Beyrûtê rohn dike.

Heta niha Artêşa Îsraîlê li vê derheqê de ti zanyariyek belav nekiriye û amara kuştî û birîndaran jî hêj nexuya ye.